Asayîşa YNKê berpirsekî PKKê binçav kir

Duh roja 27.01.2023yê li Ranyayê hevserokê Tevgera Azadî ku baskeke ser bi PKKê ye ji aliyê asayîşa YNKê ve hat girtin.

28 Çile 2023 - 03:45
28 Çile 2023 - 03:45
 0
Asayîşa YNKê berpirsekî PKKê binçav kir

Li gor çapemeniya fermî ya Tevgera Azadî belav kiriye, hevserokê Tevgera Azadî ya Komeleya Kurdistanê Selam Ebdula, ji aliyê asayîşa Ranya ve hatiye girtin, ji ber wê jî daxwaz kiriye ku demekî kurt de bê azad kirin.

Herwaha Tevgera Azadî ragehandiye, eger neyê azad kirin dê helwêsta wan li hember vê yekê hebe, ji ber wê jî dê roja 28.01.2023yê li bajarê Ranya dijî girtina hevserokê Tevgera Azadiyê dê dest bi çalakiya grevê bikin.

Ev nûçe bi tevahî 439 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:34:57