Barzanî bi Serokwezîrê Bulgarîstanê re civîya
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şandeya digel wî piştî beşdarbûna Lutkeya Aborî ya Cîhanî ku li Derya Mirî ya Urdunê birêve çû, serdana Bulgaristanê kir.

Barzanî di çarçoveya serdana xwe de li paytexta Bulgaristan Sofyayê bi Serokwezîr Boyko Borîsov re hat ba hev.
Li gor medya herêma Kurdistanê di hevdîtinê de, ji xeynî mijarên dualî yên pêwendiyên her du welatan, li ser şandina kelûpelên leşkerî ji bo bihêzkirina pêşmerge hatiye rawestîn.
Di şandeya Barzanî de, Serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Endamê Polîtburoya PDKê Azad Berwarî, Berdevkê Serokê Herêmê û Berpirsê Pêwendiyên Derve Hemin Hewramî cî girtin.
Nûvekirina herî dawî: 05:30:54