Li Colemêrgê teqîn

Li nêzîkî bajarê Colemêrg a Bakurê Kurdistanê teqînek çê bû û di encamê de kuştî û birîndar bû.

26 Gulan 2017 - 07:19
26 Gulan 2017 - 07:19
 0
Li Colemêrgê teqîn

Li gorî agahiyan, îro înê 26ê Gulanê danê sibê li ciheke ser bi navçeya Çelê ya girêdayî parêzgeha Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê teqînek li ser rêya leşkerên Tirkiyê çê bû.

Di encama teqînê de, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

Piştî teqînê, hejmara hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li cihê bûyerê hat zêdekirin û rêkarên ewlehiyê hatin tundtirkirin.

Cenazeyê leşkerê kuştî û her du leşkerên birîndr ji bo nexweşxaneya Colemêrgê hatin veguhastin.

Ev nûçe bi tevahî 2520 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:12:11