Baydemîr: Encamên YSK û sindoqan ji hev nagirin

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir derbarê encamên referandumê de got, niha bi sedan daxwaznameyên me yên îtirazê hene û ji bo binpêkirina me îtiraza xwe kir.

17 Avrêl 2017 - 03:35
17 Avrêl 2017 - 03:35
 0
Baydemîr: Encamên YSK û sindoqan ji hev nagirin

Berdevkê HDPê Osman Baydemir li navenda giştî ya partiya xwe derbarê encamên referandumê de daxuyaniya çapemeniyê da.

Osman Baydemir destnîşan kir destûra bigehîn lihevkirina civakî ye û wiha got: "Destûra Bingehîn metnê peymana civakî ye. Di encamê de lihevhatinek civakî pêk nehatiye. Em wê rapora xwe ya ji destpêka hilbijartinê heta niha ku ji 65 rûpelan pêk tê bi raya giştî re parve bikin. Hevserokên me û parlamenterên me hatin girtin. Di şertên Rewşa Awarte de hilbijartin li dijî zagonan e û ne rewa ye. Ji serê sibê heta dawiya hilbijartinê em rastî binpêkirinên pir mezin hatin.

Baydemîr destnîşan kir: "Li gor qanûna hilbijartinê emilandina pisûle û rayên bêmohr derbas nabin. Niha bi sedan daxwaznameyên me yên îtirazê hene. Ji bo îxlalan me îtiraza xwe kir."

Berdevekê HDPê herwi anî ziman encamên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û encamên di destê wan de ji hev nagirin.

Ev nûçe bi tevahî 1596 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:16:00