Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî, Yekem Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Êzidiyan tê lidarxistin

Bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Yekem Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya taybet li ser pêkhateya Êzidî tê lidarxistin.

29 Avrêl 2025 - 10:21
29 Avrêl 2025 - 10:21
 0
Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî, Yekem Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Êzidiyan tê lidarxistin

Bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Nîsanê Yekem Konferansa Zanistî ya Navdewletî li ser Êzidiyan (ol, çand, dîrok û erdnîgarî) tê lidarxistin.

Konferans dê ji aliyê Navenda Çandî û Civakî ya Laleşê û Zanîngeha Dihokê ve, li Navenda Konferansan a Zanîngeha Dihokê birêve diçe.

Ev yekemîn konferansa zanistî ya navdewletî ya li ser Êzdiyan e. Bi dehan gotar hatine amadekirin û lêkolînerên ji 11 welatan tê de beşdar dibin.

 

Ev nûçe bi tevahî 393 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:57:01