Dronekê êrişî xaleke Pêşmergeyan kir
Li navçeya Amêdiyê ya Dihokê dronekê êrişî xala kontrolê ya Pêşmergeyan kir û li gorî zanyariyan 2 kes birîndar bûne.

Li sînorê navçeya Amêdiyê di encama ketina dronê de 2 Pêşmerge birîndar bûn.
Berpirsekî payebilind ê ewlehiyê li Amêdiyê ji got, "Dron bi ser baregeheke Pêşmergeyan de ket û du Pêşmerge birîndar bûn.”
Li gorî wî berpirsê ewlehiyê yê Amêdiyê, rewşa tenduristiya Pêşmergeyan baş e.
Doh jî li Amêdiyê dronek bombebarkirî xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmergeyan teqand û 3 Pêşmerge birîndar bûbûn.
Nûvekirina herî dawî: 01:29:07