Bihayê gazê li Ewropayê bilind bûye

Biryara sekinandina hinardeya gaza Rûsyayê bo Ewropayê heta sê rojan, bûye sedema giranbûna bihayê gazê li welatên Ewropayê.

20 Tebax 2022 - 03:41
20 Tebax 2022 - 03:41
 0
Bihayê gazê li Ewropayê bilind bûye

Kompaniya Gazprom a Rûsyayê ragihand, bi mebesta tamîrkirina boriya Nord Stream 1, hinardeya gaza Rûsyayê bo Ewropayê ji 31ê Tebaxê heta 2yê Îlonê tê rawestandin.

Ji ber vê yekê jî bihayê bazirganiya gaz li Holandayê bo 258 Dolar bilind bûye.

Rûsya bi hinceta hebûna kêşeyeke teknîkî di boriya Nord Stream 1, hinardeya gazê bo Ewropayê kêm kiriye, bihayê gazê jî li hemû Ewropayê bilind bûye û zivistaneke dijwar bêyî gaza Rûsyayê li ber wan e.

\"\"

Projeya Nord Stream 2

Ev nûçe bi tevahî 701 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:24:42