Serok Barzanî: Silêmanî bajarê berxwedanê ye
Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 241emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de Silêmanî wekî "bajarê berxwedan û qurbanîdayînê" bi nav kir û rola wê ya dîrokî di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de anî zimên.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got, "Ez pîrozbahiyeke germ li xelkê xweşdivî yê Silêmaniyê, bajarê Şêxê Nemir û bajarê helmet û qurbanîdayînê dikim."
"Bajarê berxwedan û têkoşînê"
Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku Silêmanî beşeke ezîz a Kurdistanê ye û wiha pê de çû:
"Ew bajarê şehîdên 9ê Hezîranê û yê Qedexeya Derketina Derve ya sala 1963yan e. Her wiha bajarê berxwedana li dijî zulm, zordar û rejîmên li pey hev e."
Wî di berdewamiya peyama xwe de diyar kir ku Silêmanî her tim cihê derketina kesayetiyên wekî edîb, helbestvan û şoreşgeran bûye û di tevgera rizgariyê ya Kurdistanê de roleke mezin lîstiye.
"Pêşwaziya li Barzaniyê Nemir nayê jibîrkirin"
Serok Barzanî di peyama xwe de bûyereke dîrokî bi bîr anî û got:
"Di destpêka salên çilî yên sedsala bîstan de, bajarê Silêmaniyê bi hemû tebeqe û pêkhateyên xwe ve bi hembêzeke germ Barzaniyê Nemir û Barzaniyên sirgûnkirî pêşwazî kir.
Ew rêz û pêşwazî ti carî nayê jibîrkirin."
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêviya aramî û bextewariyê ji bo xelkê Silêmaniyê xwest û got ku ew "hêjayî her cure pêşketin û pêşengiyê ne."
Herêma Silêmaniyê di bin serweriya Mîrektiya Babanan de bû û wekî herêma Qelaçiwalanê jî dihat naskirin.
Herêm gelek caran dibû qada şer a Osmanî û Safewiyan û Mîr Îbrahîm Paşayê Baban di sala 1783yan de biryar da ku paytexteke nû û ewletir ava bike.
Mîr Îbrahîm di sala 1784an de avakirina bazar û qonaxên nû avakirin û navê bajêr jî kir "Silêmanî."
Ev nav ji Silêman Baban e ku yek ji mîrên berê yê Babanan bû.
Bajarê Silêmaniyê piştî avabûnê zû geş bû û bû navendeke girîng a Kurdan.
Di destpêka salên 1800î de, gelek penaberên ji Erdelanê li bajêr bi cih bûn û dîroknasa navdar Mastûra Erdelan jî di nav wan de bû.
Girîngiya dîrokî ya Silêmaniyê di sedsala 20î de hîn zêdetir bû û bandoreke zêde li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kir.
Bajar di navbera salên 1922 û 1924an de bû paytexta Şehînşahiya Kurdistanê ku ji aliyê Şêx Mehmûdê Berzencî ve hatibû avakirin.
Nûvekirina herî dawî: 14:50:55