Çiyayê Qendîlê hat bombebarankirin

Dronekê Çiyayê Casûsanê yê Rêzeçiyayên Qendîlê ya li navçeya Jaraweyê ya Îdareya Serbixwe ya Raperînê bombebaran kir.

6 Çile 2024 - 13:33
6 Çile 2024 - 13:33
 0
Çiyayê Qendîlê hat bombebarankirin

Li gorî nûçeya ku ajansa Rudaw'ê ji Raperînê ragihand ku bombebaran dûrî gundan bûye û ti ziyanên canî çênebûne.

Li gorî agahiyan, piştî bombebaranê ji serê Çiyayê Qendîlê dûman bilind dibe.

Li aliyekî din, li geliyê Baleyanê ya navçeya Çomana Hewlêrê, çend vîdeoyên din ji Rûdawê re hatin şandin û tê de diyar dibe ku gundê Wesanê tê bombebarankirin.

Ev nûçe bi tevahî 1044 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:24:57