Çiyayê Asosê hat bombebarankirin

Qaymeqamê navçeya Mawetê ya Silêmaniyê Kameran Hesen diyar kir ku Çiyayê Asosê hatiye bombebarankirin.

27 Gulan 2024 - 12:19
27 Gulan 2024 - 12:19
 0
Çiyayê Asosê hat bombebarankirin

Li Çiyayê Asosê îro dengê teqînan hat bihîstin. Xelkê Rêveberiya Îdareya Serbixwe ya Raperînê ew deng bihîstin.

Kameran Hesen ji Ajansa Rûdawê re da zanîn ku geliyekî Çiyayê Asosê ku navê wê Kuris e îro saet 10:00an hat bombebarankirin.

Li gorî gotina Kameran Hesen, ji ber bomberbaranê ziyana canî çênebûye û ji ber bombebaranê agir jî li herêmê derneketiye.

“Zerera canî çênebûye”

Li ser bihîstina denqê teqînê qeymeqamê navçeya Çomanê ya Hewlêrê Ehmed Barzan ji ajansa

Rûdawê re da zanîn ku ew lêkolînê dikin û heta niha li herêma wan ti bombebaranek çênebûye.

Heta niha nayê zanîn bê ka balafirên kîjan welatî Çiyayê Asosê bombebaran kiriye.

Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê beriyê niha çend caran Çiyayê Asoê bombebaran kiribûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 837 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:42:34