Gelo bratî çi ye û kî biran e???

Hin hene tim behs dikin û dibêjin; ”Şerê brakujî yê re na”. Helbet kurd jî naxwazin, kurd xwe bi xwe şerê hev bikin. Şerekî weha di berjewendiya dagirkeran de ye. LÊ…

6 Mijdar 2020 - 13:38
6 Mijdar 2020 - 13:38
 0
Gelo bratî çi ye û kî biran e???

Lê ew kesê bikev nava erda te, vê ketinê jî ji bona berjewendiya dagirkeran bi kar

bîne, ew kesana bikevin mala te û destdirêjayî malê te bike, destdirêjayî li namûsa te

bike, mala te bi ser te de hilweşîne, pêşmêrgeyên qehraman bikujin, bi hukmê zorê

dest bi ser malê xelkê de û hin jî tim bêjin vana brane. Vana çawa biran e???

Heger bra bana wê li gel brayê xwe ê başûrê kurdistanê, ji bona ragihandina

dewletekî kurdî bi hevre kar û xebat bikirana. Lê ew ji bona têkbirinê kar dikin.

Ji bona ne rehatî û aramiya welatê te çi lazim be wê bike. Tu jî rabe û rûnê bêje şerê

birakujî yê nabe, heram e. Rast e heger vana bra bana, wê ew tiştên me got

nekiribana. Evana hêz û leşkerên dagirkeran in. Daxwaz û helwesta wan ew e ku

Kurdistan nebe dewlet û kurd negihêjin miradê xwe.

Ji bona vê jî teorî ne lazim e. Divê em li bûyeran binêrin û li gor wê bibin xwedî

helwest. Vê pkk ya ji teref dewleta dagirker ya tirkan ve hatiye damezrandin, di şerê

xwe yê qaşo ji bona azadiya welat dikir, çi anî û bir

Ji dêlva azadiya welat ew wêran kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Kurd ji cih û warê

wan rakirin, Kurd li tirkiyê kirin penaber ku rojê tûşî bûyerek qirêj dibin. Li gor gotina

wan 17 hezar kurdön nava xwe bi îthama mitê tirkane dane kuştin.

Zimanê kurdî, adetên kurdî hebûnên kurdî nehiştin da ku çanda kurdî têk bibin û di

gelek waran de bi ser jî ketin û ketine.

Niha herkes vana dizane, loma naxwazim vê dirêj bikim. Em bi hevre bi çavên bê

layan li bûyer û kiryarên pkk binêrin û li gor wê helwesta xwe eşkere bikin

Di vî şerê xwe yê dûr û dirêj de li bakurê kurdistanê pkk çi bi dest xist? Ne tiştek. Bila

kesên pkk yî hema careke vê bê jin û wan destkeftiyên pkk ji bona me zelal bikin.

Bi gotina brêz Alî Awnî, ”Hema bila gundê serokê xwe azad bikin” Destkevtiiyên xwe

nabêjin, hema êrîşî welatparêzan dikin da ku kes kiryar û bûyerên pkk yên qirêj

nebêjin û nenivîsînin.

PKK helwest û daxwaza dagirkeran li bakurê kurdistanê xweş û baş pêk anî. Hemî

kurdên welatparêz bi alîkariya dewleta tirk bêdeng kir. Bi alîkariya dewleta tirk hemî

sazî û dezgehên li ser navê kurdan yên li bakurê kurdistanê ji bona parastina

tirkiyeyeke xurt bi kar anîn.

Partiya eşkere li ser navê kurdan bi alîkariya MITê vekirin da ku kurdan di bin sîwanê

wê de bikin tirkiyeyî. Ji ber ku ev partî bi xwe jî nabêjin em partiya kurdan e.

Piraniya weşanxaneyên li bakurê kurdistanê kirin destên xwe û dîsa bi alîkarya tirkan

nahêlin û naxwazin berhemên rê û rêbazeke welatparêzî bide kurdan, bêne

weşandin.

Bi saya dewleta tirkan kesên li dij wan derdikevin, ya didin girtin ya jî didin kuştin. Ji

ber ku dewlet bi hêz e û çi demê bixwazî dikare vê bike. Yên pkk nikaribe çareser

bike hawaleyî MITa tirkan dikin.

Piştî halkirin û bêdengiya bakurê kurdistanê, li rojavayê kurdistanê çi kirin me

hemiyan bi hevre dît û dibînin.

Niha jî derdê wan li ser daxwaza dagirkeran ew e ku başûrê kurdistanê nebe dewlet.

Loma jî ji bona vê çi lazim be, bi alîkariya dagirkeran wê pêk tînin.

Cih û warê berxwedana wan bakurê kurdistanêye, lê ew li başûrê kurdistanê ji bona

tunekirina kurdan kar û xebatê dikin da ku wir dewleta kurdî ranegîhînin.

Ew ketine mala kurdên başûrê kurdistanê û li wir hemî bêariyan, nebaşiyan, kiryar û

bûyerên di berjewendiya dagirkeran de dikin û hin jî henin divê şerê birakujî heram e.

Ma gelo bi rastî jî, vana bran e,an pîyonên dagirkeran e.

Di navbera du bran de dikare nokî derkeve, lê destdirêjayîya namûsa hev nakin.

Malên hev talan nakin, hev feqîr û jar nakin. Lê ya pkk niha dike ne bratî ye. Raste

rast daxwazên dagirkeran pêk anîn e.

3532 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:39:40