Partiyek girseyî!!!
''Ji ber vê ez dibêjim: Ji me re ne partiyeke girseyî, partiyek bi destûr û bernameya xwe, bi nav û helwestên xwe girseyî lazim e. Heger miletek û partiyên siyasî ji dîroka xwe dersan negirin, wê tim weke di hêlkanê de bim, bêne kilkirin û hêjandin.''

Ev demeke dûr û dirêj e ku behsa partiyeke girseyî tê kirin. Loma jî gelek li bendê ne ku heta ew partiya girseyî pêk nayê, nakeve nava karê rêxistinî. Destên xwe naxe bin kevir da ku kar û xebatekê ji bona gelê xwe bike.
Projeya partiyeke girseyî rehetî daye gelek rewşenbîran ku ew jî li benda pêkhatineke weha ye ku ew jî tevlî karê rêxistinî bibin. Lê ji vê yekê jî ne bawer in. Ev jî dide zanîn ku li gor vê gelek ji bona rehetiya canê xwe û bedel nede her li benda avakirina partiyeke girseyî ne.
Helbet weke fikir daxwaza partiyeke girseyî, dîtin û nerîneke baş e. Xwezî li bakurê kurdistanê partî û rêxistinên me bi hevre bikarîbana partiyeke girseyî ava bikirina. Lê berî avakirinê divê mirov li şert û mercan binere.
Şert û mercên ku îro bakurê Kurdistanê têde ye ji bona partiyeke girseyî ku hema hema hemî kurd têde bibin yek, neguncav e. Loma jî ji dêlva wê mirov dikare rêyên din jî peyde bike. Peydekirineke weha dikare ji bona partiyeke girseyî bibe merdîwen (dirêncek) da ku mirov pê re hilkişe heta ya talî.
Min xwest di vê nivîsê de hinekî dîroka partiyeke girseyî vekim da ku em bizanibin partiyeke girseyî dê çawa pêk bê. Pêkanîna partiyek an tevgereke weha divê li gor şert mercan be. Ew jî îro tune ye. Loma divê mirov ji bona şert û mercên tune ne, zêde xwe newestîne. Ji ber vê divê mirov gavên berbi partiyeke girseyê lê biçûk û asasî bavêje.
Niha fikra avakirina partiyeke girseyî bêtir ya brêz Mustafa Ozçelîkê serokê PWKye û bêtir ew hewl dide ku tiştekî weha pêk bê. Helbet ev cihê rêzê ye. Lê bawerim brêz Mustafa Ozçelîk hinekî dîrok ji bîr kirî ye an naxwaze bi bîr bîne. Ji ber ku hewla wî rast e, loma naxwaze bi bîrbîne. Lê di şert û mercên îro de pêkanîna partiyeke girseyî tune ye…
Em hinekî vegerin demên ne zêde dûr. Di van bîst salên dawî de gelek hewldan û xebat hatin kirin da ku partiyeke girseyê li bakurê kurdistanê pêk bê. Bi qasî ez dizanim brêz Mustafa Ozcelîk bi xwe jî di nava wan hewldanana de bû. Lê wî jî bi çavên xwe dît ku ew daxwaza gelê me pêk nehat. Tiştekî ne pêkan be divê mirov li ser raneweste.
Lê divê neyê ji bîrkirin ku PYSK(Partiya Yekitiya Sosyalîsta Kurdistanê-YEKBÛN Û PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) jî partiyên girsiyî bûn û PWK jî weha ye. Yanî damezrandina van partiyên Kurdistanî hemî jî li ser asasê li hevkirin û bi hevre karkirinê weke partiyeke girseyî pêk hatibû.
Lê taliya wan ji yekgirtinê bêtir bû belavbûn. Wê belavbûnê gelek welatparêz û rewşenbîr bê hêvî kir. Wê bêhêvîtiyê li gelekan weha kir ku destên xwe ji karê siyasî û rêxistiniyê kişandin. Heta hin êdî bêhêvî bûn ku nema xwestin bi siyasetê ve jî mijûl bibin. Lê hin neketin wê rewşê, karê xwe berdewam kirin.
Berdewam kirin lê dîsa yên ji hevketin û belavbûn bi navên cûde derketin. Dîsa xebat hate kirin ku bi hevre partiyeke girseyê damezrînin. Helbet ev jî gavek baş bû û bi hevre PWK Partiya Welatparêzin Kurdistanê damezrandin.
Damezrandina PWK ji bilî çend îstîsnayên biçûk ji kesên berî demek bi hevre partiyeke girseyî(!) ava kiribûn, ji hev belav bû bûn û dîsa hatin ba hev PWK avakirin.
Niha mirov çawa baweriyê bi wan kesên partî hildiweşandin û dîsa ew hatin ba hev, lê bi navekî din partî ava kirin, bawer bin. Ji ber ku di jiyanê de kesên fêrî tiştekî bûbin zehmete ku dest jê berde. Niha bêtirîn rêvebirên PWK ji pêvajoya wan partiyên min li jor bi nav kirine tên. Yanî fêrî belavkirin û dîsa hatina ba hev pêve tu karê wan nemaye.
Ji ber vê ez dibêjim: Ji me re ne partiyeke girseyî, partiyek bi destûr û bernameya xwe, bi nav û helwestên xwe girseyî lazim e. Heger miletek û partiyên siyasî ji dîroka xwe dersan negirin, wê tim weke di hêlkanê de bim, bêne kilkirin û hêjandin.
Yekitî û bi hevre karkirin li gor destûr û bernameyan. Li gor xebatên dûr û nêzîk pêk tên. Ne bi navê xwe, li gor destûr û bernameyên xwe divê girseyî be…
Ji bona vê jî li gor min gava ewil yekitiyeke li ser asas xeta neteweyî, destûr û bernemeye ku têde mafê gelê kurd misoger be, lazim e. Dema partiyeke li gor destûr û bernameya xwe tevgeriya, him wê xurt bibe û him jî wê baweriyê bide derdorê da ku ew jî tevlî wê bibin. Rêya wê ya niha tenha bi yekitiya HAK-PAR û PWK tê çareserkirin.
Ji bona pêşîlêgirtina hemî xeterên ku dixwazin bînin serê gelê me, ev yekitî, ji her demê bêtir niha lazim û acîl e. Kadroyên baş û zîrek di nava herdu aliyan de hene. Heger dest bidin hev, wê gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên li mala xwe rûniştine jî bikşînin nava xwe.
Piştî misogerkirina van herdu partiyan. Êdî mirovê destên xwe dirêjî partî û tevgerên din yên heyî dike. Ji bona wan jî bixin nava vê hebûnê da ku em bi hevre bibin partiyeke girseyî.
Bûbê Eser
Nûvekirina herî dawî: 23:02:24