Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze?

Şeyhmus Ozzengîn

08.02.2021, Pts | 18:52

Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze?
Nêrîn Belav bike

Berî bi demekê serokê îstîhbarata Tirkîye (MİT) Hakan Fidan serdanek li Şamê kir. Serokê îstîbarata Tirkîyê, bi Îstîhbarata Sûrîye re li Şamê civîya. Di vê civînê de mijara herî girîng li henber kurdan “avakirina pîlanek hevpar” bû. Her çiqa ev têkilî, wek “tifaqek veşartî”(!) be jî, piştî vê hevdîtinê, hewlên ku Sûrîyê li henber kurdan destpêkir, bal kişand ser vê dan û stendina di navbera îstîbarata Sûrîyê û Tirkîyê de.

Gelo Tirkîyê ji bona pêşîlêgirtina kurdan, rolê kontrolkirina kurdan da Sûrîyê?

Ezê li gor van bûyerên, ku ev çend rojin li Helebê û Hesekê li henber kurdan diqewimin, dan û stendinên di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de şîrove bikim.

Hêzên Rejîma Sûrîyê li Helebê û Tel Rifat dorpêçek anîn ser taxên kurdan, wek Şeyh Maqsud, Eşrefiye û herêmên nêzî Tel Rifat. Rêyên lojîstîkê girtin û kurdên rûniştinerên van herêman, bi mahkûmkirina birçîbûnê tehdît kirin.

Wek ku em dizanin: Balefirgeha Qamîşlo, mehela ku avahîyên dewletê lê ne, ew rêya ku vê mehelê û balafirgehê bi hev ve girêdide, derîyê sînorê tirkîye û Sûrîye di bin kontrola artêşa Sûrîyê (Hêzên Parastina Netewî) de ne. Li Hesekê jî çarkoşe herêmek ku avahîyên dewletê yên parastin û ewlehîyê lê ne, di destê Hêzên Parastina Netewî ya dewleta Sûrîyê de ne.

Kurdan jî ji bona ku dawîyê bi vê dorpêçê bînin; dorpêçek anîn ser van herêmên ku di destê hêza rejîmê de ne. Li Hesekê xwepêşandan û gengeşî jî deketin û kesek ji hêzên Sûrîyê jî hat kujtin. Vê rewşê jî presek anî ser hêzên kurdan, ku di nava vê presê de Tirkîyê, Sûrîyê û Rûsîya jî hebûn. Ev jî carek din eşkere bû, ku Tirkîye, Rûsîya û Sûrîye; bi hevre li ser pîlanek hevpar dixwazin denklemên li Sûrîyê, li gor pêşîlêgirtina kurdan biguherînin.

Hêzên kurdan li Roavayê Kurdistanê, axa kurdan 80 ji % wenda kirîye û ev axa kurdan ketîye destê Tirkîye û hêzên tundrev, ku bi Tirkîyê re tevdigerin.Tirkîyê, li Efrîn, Carablûs, Girê Spî, Serê Kanîyê û pir deverên din, demografîya herêmê bicarekê de guhertîye. Dewleta Tirkîyê, Ji Tirkîyê û kampên Sûrîyê malbatên endamên DAÎŞ, yên hêzên tundrev tîne û li ser mal û milkê kurdan bicîh dike. Bi van metodan bi demografîya herêmê dilîze. Kurdên van herêman jî li kampên derdorê Dêrezor û Hesekê, per perîşan, bê av, bê nan, bê kehrebe û bê derman dijîn! Li henber van karesatên xerab, ku bi helwestek dijminane li henber kurdan dimeşin, Emerîka, Hêzên Hevpeymanan, YE û NY û NATO bêdengin! Tirkîye ji vê bêdengîyê hêzê digire û barbarîya xwe dimeşîne.

Tirkîyê, piştî dagirkirina axa Roavayê Kurdistanê, niha jî bi rejîma Sûrîyê re di hewldanan de ye, ku pêşî li kurdan bigire. Li ser van armancan, Tirkîyê, bi Rûsîya û Sûrîye re di hewldanan de ye, ku pîlanek hevparî, nû derbixe holê, ku bicarekê de kurdan têk bibe.

Her hewldanek, ku li ser seranserê axa Roavayê Kurdistanê meşîyaye, bêtir cîh li kurdan teng kirîye û bûye sebeb, ku Kurd xaka xwe biterikînin û wenda bikin.

Lê hîn jî li vî perçê axa Kurdistanê, rewşenbîr, sîyasetmedar û aqilmendên kurdan, negihîştine wê asta ku, ji ber karesat û sîyaseta PKK, li vî beşê Kurdistanê, kurdan 80 ji % axa xwe wenda kirin. Ev wendakirin her berdewame.

PKK li vî beşê Kurdistanê, berpirsîyarê van wendakirinên kurdan e û astengek mezine li pêşîya dan û stendinên nav mala Kurd.

Li ser navê „Ciwanên Şoreşger“ êrîşên ku tên ser ofîs û xebatên hêzên netewî yên Kurd, di armanca hilweşandina xebatên îhtîmala avakirina yekitîyek nav mala Kurd e ye.

Ji hêlekê de dijminên Kurd û Kurdistanê bi denklemên herêmê dilîzin û di nav pîlanek hevpar de, êrîşan tînin ser kurdan û demografîya Kurdistanê bicarekê de diguherin: Ji hê din de jî PKK ji bona ku xebatên yekitîya nav mala Kurd hilweşîne, anteng bike, di hewldanan de ye. Heta ku PKK ji vê herêmê dernekeve jî, mercên bideskevtinek Kurd, ku li ser wê axê bêt avakirin tineye. Ji ber ku, PKK bi sîyaseta xwe dijminê destkevtinên milî yên kurdan e û ev helwesta PKK jî; rê ji wendakirina kurdan re vedike, ne ku pêşîyê li êrîşên tên ser kurdan bigire.

08.02.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2070 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:33:39

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x