Mirwet!

Leyla Zana, jinek ku ji derve ve dîploma serete girtîye. Derîyê dibistanan re derbas nebûye. Lê bi milîyonan Kurd bi dû Leyla de xuya dikin. Roja ku Leyla Zana ji terefê Apo de bi kujtinê hat tehdît kirin, yek kes li dora wê nema. 7 salan di mala dîya xwe de girtîyê PKK û Ocalan bû. Lê îro Leyla jî efûya xwe ji Abdullah Ocalan xwest û bîad kir.

Şeyhmus Ozzengîn

22.03.2024, Cum | 16:38

Mirwet!
Nêrîn Belav bike

Carnan di dîrokê de rûreşîya mirovan derdikeve ber wan û carek din li henber civata xwe rûreş dibin.

Yek ji van Şivan Perwer e. Di şevek sîyasî de apoyîyan girt ser dika ku Şivan bi muzîsyenên xwe re li ser bûn û stran diafirandin. Apoyîyan, bi pên û daran êrîşî Şivan Perwer kirin û tembûra wî di serê wî de perçe perçe kirin! Ji wê şevê şûnde Şivan, tehdît û tecrît kirin. Ji tirsa, Şivan ne dikarî derkeve şevan û konseran.

Bi lingê xwe çû xwe avêt bextê başûrê Kurdistanê. Li wir têra xwe kurtêlxurî kir! Dema kurtêl hindik man, dîsa vegerîya nav refên apoyîyan.

 Piştî demekê Şivan çû ber lingê apoyîyan û xwe kir xulamê ber lingê “Şêrê Îmralî” (ev gotina Şivan e)(!) Apoyîyan, bi şertê ku carek din bîad bike, ew efû kirin. Şivan carek din bû hevalbendê wê rêxistina ku tûû wî kirin, lêdan û tembûra wî di nav serê wî de şikenandin.

Ev helwesta Şivan, di nav kurdan de qalîteya şivan kir du pere. Kesê ku hunermendîyê bike û koletî ya îdeolojîyên tundrew bike, hevûdû nagire. Divê qalîteya helwestek hunerî li cem hebe. Mixabin Şivan di vir de di bêqalîte derket ber hezkirîyên xwe û wenda kir.

Leyla Zana jî di nav refên PKK de xwedî dîrokekê bû. Jina hêjayekî dîrokî yê xeta kurdistanî bû. Ya Leyla jî kir “Leyla” ev bû.

Pêşî Apayîyan kir ku Leyla dev ji mêrê xwe ber de. Di navbera Leyla û Ayoyîyan de hinek pirsgirêk derketin. Leyla, bi şêwirmendên xwe re xwest ku here tewafa Îmralî û rêberê xwe tewaf bike, van pirsgirêkan bi A. Ocalan re bipeyive. Abdullah Ocalan bi Perwîn Buldan, Sirri Sureya Onder û Hakan Fidan (Wê wextê serokê İstîhbarata tirkan bû) re xeber ji Leyla re şand û got:

Ji Leyla re bêjin, bi Ocalan re hevdîtin karekî cidî ye...Em tevgerek siyasî ne. Bi sîyasetê re lîstik nabe. Yên ku bi sîyasetê re bilîzin, bi canê xwe bedelê didin. Min ji Hakan Fidan re jî gotibû. Encax bi Sirri Sureya Onder re dikare were...”

Piştî vê, Leyla 7 salan di mala dîya xwe de girtî ma. Nikarîbû devê xwe jî veke. Leyla ji terefê wanên ku digotin “bijî serok apo” de hatibû jibîr kirin. Piştî hepsa 7 salan, van rojan Leyla Zana jî carek din boyax kirin û wek ku tiştek nebûye derxistin ser dika Newroza Dîyanbekirê, ber girseya kurdan.

Pêşî bi hevpeyvînekê Leyla bîadî Apoyîyan kir û got; “yê ku pirsgirêka kurdan çareser bike, Abdullah Ocalan e. Muhatab Ocalan e.”

Piştî vê daxuyanîyê Leyla derxistin Newroza 2024 an û Leyla bû Apoyîyekî ku ji terefê Abdullah Ocalan de bi kujtinê nehatibû tehdît kirin! Li ser dika Newroz a Dîyarbekirê, wek bilbil şîqîya û got; “yê ku rê ji me re vekir, yê ku dîrok nivîsî û me derxist ronayîyê serok Apo ye..Bijî serok Apo, bijî rêber Apo”(!)

Leyla Zana, jinek ku ji derve ve dîploma serete girtîye. Derîyê dibistanan re derbas nebûye. Lê bi milîyonan Kurd bi dû Leyla de xuya dikin. Roja ku Leyla Zana ji terefê Apo de bi kujtinê hat tehdît kirin, yek kes li dora wê nema. 7 salan di mala dîya xwe de girtîyê PKK û Ocalan bû. Lê îro Leyla jî efûya xwe ji Abdullah Ocalan xwest û bîad kir.

Gelo hêza ku zeîfan, cahilan ewqes dike xwedî hêz û beşek ji girseya Kurd dide dû çi hêze? Heger ne dewleta tirkan bixwe be, kî ne?

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:28:55

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x