Davutoglu: Divê Demîrtaş demildest bê berdan

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ragihand ku hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.

19 Mijdar 2025 - 10:39
19 Mijdar 2025 - 10:39
 0
Davutoglu: Divê Demîrtaş demildest bê berdan

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ji bo beşdarbûna F Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Dihokê ye.

Ahmet Davutoglu pirsên Nûçegihanê ajansa Rûdawê Naîf Remezan bersivandin.

Davutoglu li ser pirsa "Hûn pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê çawa dibînin?" got:

"Ew yek ji pêvajoyên herî stratejîk ên serdema dawî ye, ji ber vê yekê ez bi temamî piştgiriyê didimê û hêvîdar im ku bi ser bikeve."

Banga berdana Demîrtaş

Davutoglu derbarê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, bersiveke zelal da û got:

"Belê, ez hêvîdar im, ez piştgiriya berdana wî dikim. Divê di dema herî kurt de bê berdan."

 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:13