Ramanli: Pêvajo eger dereng bikeve metirsiya têkçûna wê zêde dibe
Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Serkan Ramanli ragihand ku ew bi hêvî li pêvajoya çareseriyê dinêrin lê metirsiya wan heye ku ji ber hêdî birêveçûnê, ev pêvajo têk biçe.
Ramanli got her wiha got. “Divê tiştê xêrê bi lez be. Em dixwazin ev kar bi lez û bez bi pêş ve biçe.”
Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Serkan Ramanli ku ji bo Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Dihokê ye, ji ajansa Rûdawê re axivî û pêvajoya çareseriyê de nirxand.
Serkan Ramanli da zanîn ku her kes bi hêvî li pêvajoyê dinêre û armanca sereke ew e ku “di pirsgirêka Kurd de çek ji holê rabin û got, “Ev mesele bi şer, pevçûn û kuştinê çareser nabe.”
"Divê çek ji holê rabin"
Ramanli tekez kir ku hem aliyê rêxistinê (PKK) û hem jî aliyê hikûmeta Tirkiyeyê gihîştine wê baweriyê ku divê çek ji holê rabin wiha domand:
“Dema ku çek ji holê rabin, înşallah pirsgirêka me Kurdan dê bi hêsanî û bi rêyên siyasî û di qada sivîl de were çareserkirin.”
“Gav hêdî tên avêtin”
Parlamenterê HUDA PARê bal kişand ser hêdîbûna pêvajoyê û ev yek wek metirsiyeke mezin bi nav kir.
Wî li ser vê yekê jî got, “Hin gavên ku em dişopînin, dereng dimînin. Ev giranî divê ji holê rabe.
Tiştên ku divê bên kirin, divê di dema xwe de bên kirin, ji ber ku dema biryar û gav di wexta xwe de bên avêtin, bi qîmettir in.”
“Metirsî heye ku pêvajo têk biçe”
Ramanli hişyarî da û got ku li gorî tecrûbeyên berê, dema ku demeke dirêj dikeve navbera pêvajoyê, metirsiya têkçûnê zêde dibe û got:
“Em naxwazin têk biçe. Ev firsendeke baş e û em naxwazin ji destê xwe berdin.”
"Pirsgirêka herî mezin bêbawerî ye"
Ramanli li ser pirsa “Ka çi rê li ber lezkirina pêvajoyê digire?” got, "Bi rastî, bawerî di navbera her du aliyan de nemaye.
Ne PKK baweriya xwe bi hikûmetê tîne, ne jî hikûmet bi PKKyê. Her wiha raya giştî jî zêde bi her du aliyan bawer nake.”
Ramanli pêşniyar kir ku divê alî li benda baweriyê nesekinin û wiha pê de çû:
“Ne hewce ye ku kes ji kesî bawer bike. Divê her alî gavên ku ji wan tên xwestin, bi bawerî û bê tirs bavêjin.”
Wî her wiha amaje bi pêwîstiya derxistina yasayan ji Parlamentoya Tirkiyeyê kir da ku paşeroja kesên ku dev ji çekan berdidin diyar bibe.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:10