DEM Partî dê îro li gel 3 partiyan bicive

DEM Partî di çarçoveya hevdîtinên pêvajoya çareseriyê de dê îro li gel Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Saadetê û Partiya Paşerojê hevdîtinan bike.

12 Adar 2025 - 10:40
12 Adar 2025 - 10:40
 0
DEM Partî dê îro li gel 3 partiyan bicive

DEM Partî ji bo pêvajoya çareseriyê dê cara duyem partiyên siyasî ziyaret bike.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari doh li gel Partiya Kedê (EMEP), CHP û Partiya DEVAyê hevdîtin kiribûn.

Hevserokên DEM Partiyê dê îro demjimêr 11:00an li parlamentoyê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ziyaret bikin,  demjimêr 14:00an dê biçin serdana Partiya Saadetê û demjimêr 16:30î biçin navenda Partiya Paşerojê.

DEM Partî dê 17ê Adarê jî dê li parlamentoya Tirkiyeyê li gel MHP û AK Partiyê hevdîtinê bike.

DEM Partî derbarê pêvajoya çareseriyê zanyariyan dide partiyan.

Eger heye di demên pêş de li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê komîsyonek bê avakirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 524 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:50:29