Îlham Ehmed: Em pabendî yekparçeyiya Sûriyayê ne
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di axaftineke xwe de li bajarê Marsîlya yê Fransayê, careke din pabendbûna Rêveberiya Xweser bi yekparçeyiya axa Sûriyeyê re anî ziman û ragihand, ew li dijî hemû projeyên ku Sûriyeyê perçe dikin derdikevin.

Di civîneke girseyî de ku bi sedan Kurdên li Fransayê beşdar bûn, Îlham Ehmed bal kişand ser geşedanên siyasî yên dawî li Sûriyeyê û rola Kurdan di pêşeroja welat de. Ehmed tekezî li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava û girîngiya pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir û got: "Pêwîst e nakokiyên navxweyî yên di navbera aliyên Kurdî de bi diyalog û têgihiştinê bên çareserkirin."
Îlham Ehmed da zanîn, ew pabendî lihevkirina 10'ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê qonaxa veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera de ne. Herwiha destnîşan kir, paşeroja Sûriyeyê bi avakirina çarçoveyeke destûrî ve girêdayî ye ku mafên hemû gel û pêkhateyên welat li ser bingeha wekhevî û dadperweriyê misoger bike.
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve baweriya xwe bi çareseriyên aştiyane anî ziman û wiha pê de çû: "Bi hevkariya hemû pêkhateyan, gelên Sûriyeyê dikarin di nav aştiyê de bi hev re bijîn."
Ev daxuyanî di demekê de tên ku rewşa Sûriyeyê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û gotûbêjên siyasî ji bo diyarkirina paşeroja welat berdewam dikin. Di rojên borî de Ehmed Şer jî ragihandibû ku aliyên navneteweyî ji bo çareseriyeke aştiyane li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rijd in û danûstandinên wan bi HSD'ê re hene. Şera jî wekî Îlham Ehmed tekez kiribû ku ew her cure dabeşkirina Sûriyeyê red dikin.
Tevî van hevdîtin û daxuyaniyan, heta niha di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de li ser prensîbên bingehîn ên girêdayî mafên Kurdan û awayê rêvebirina Sûriyeya nû lihevkirineke fermî çênebûye.
Nûvekirina herî dawî: 11:56:28