Kerkûk: Hêzên ewlehiyê serkideyekî di DAIŞê de desteser dikin
Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar Lîwa Yehya Resûl ragihand, serkirdeyê di DAIŞê de yê bi nasnav “Ebû Hemze El-Mutwêtî” li Kerkûkê hatiye girtin.

Lîwa Yehya Resûl di daxuyaniya xwe de got: “Hêzên Dijeterorê operasyoneke bi kalîte li dar xistin û di encamê de serçeteyê terrorist ê bi nasnav "Ebû Hemze El- Mutwêtî " hat girtin ku wek berpirsê ewlehiyê yê Wîlayeta Kerkûkê tê naskirin.”
Li aliyê din Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, 3 kesên ku bi tohmeta terorê dihatin xwestin li Silêmaniyê hatin desteserkirin.
Diyar kir jî, ew her sê terorist li devereke parêzgeha Silêmaniyê hatine desteserkirin û da zanîn ku "“tedbîrên pêwîst li dijî wan hatine girtin û dê radestî aliyên daxwazkar bên kirin.”
Nûvekirina herî dawî: 22:00:08