Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Thomas Seiler û şandeya pê re qebûl kirin.

29 Avrêl 2025 - 13:11
29 Avrêl 2025 - 13:11
 0
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê civiyan

Serokatiya Herêma Kurdisanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir. 

Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêwendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê û xurtkirina hevkarî û hevahengiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Her wiha derbarê rewşa siyasî û aborî li Îraqê û Herêma Kurdistanê dîtin û ramanên xwe anîn zimên.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola Yekîtiya Ewropayê di piştgiriya aramiyê û berdewamiya xurtkirina pêwendiyan de ya bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re kir.

Serokê Herêma Kurdistanê bi taybetî amaje bi warên bipêşveçûnê, mafên mirovan û hevkariya aborî û çandî de kir.

Piştgiriya Yekîtiya Ewropayê

Balyoz Thomas Seiler jî pabendiya Yekîtiya Ewropayê bi berdewamiya piştgiriya Îraqê û Herêma Kurdistanê re anî zimên.

 Her wiha spas û pêzanîna xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê di çespandina aramiyê û pêkvejiyana aştiyane de nîşan da û daxwaza Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşvebirina warên hevkariyê bi Herêma Kurdistanê re anî zimên.

Rewşa Sûriyeyê û herêmê bi giştî jî di civînê de hat gotûbêjkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 379 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:47:11