Efrînê krîz di navbera Tirkiye û Rûsya de peyda kir

Wezareta Derve ya Tirkiyê, bangî nûnerê Rûsya li Enqere kir û dilgiraniya Tirkiyê hemberî nêzîkahiya Rûsya û PYD / YPG nîşan da.

24 Adar 2017 - 08:45
24 Adar 2017 - 08:45
 0
Efrînê krîz di navbera Tirkiye û Rûsya de peyda kir

Tirkiyê daye xuyakirin ku, ji herêmên di bin kontrola YPG û çavderiya Rusya de, agir hemberî serbazên Tirkiyê hatiye vekirin û leşkerekî jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha Enqere daye diyarkirin ku, ger careke din bûyerek weha rû bide, ew ê bi giranî bersîvê bidin.

Duh, Leşkerekî Artêşa Tirk li bajarê Hatayê ser sînorê Sûriyê hatibû kuştin. Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ragihand, topxaneya artêşa Tirkiyê gundên Efrînê dan ber topan û di encamê de 10 kesên sivîl bûne qurbanî.

Herweha Enqere, girêdayî agahiyên avakirina binkeyeke Rûsî li Efrînê jî, nerehetiya xwe diyar kiri. Hatiye ragihandin jî, ku wêneyên serbazên Rûsî bi nîşanên YPG ne bi dilê Tirkiyê ye.

Ev nûçe bi tevahî 2000 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:01