Sekreterê berê yê Partiya Şiyoî ya Kurdistanê koça dawiyê kir

Sekreterê berê yê Partiya Şiyoî ya Kurdistanê Kerîm Ehmed li Hewlêrê koça dawiyê kir.

14 Tîrmeh 2022 - 04:46
14 Tîrmeh 2022 - 04:46
 0
Sekreterê berê yê Partiya Şiyoî ya Kurdistanê koça dawiyê kir

Serkirdeyê di Partiya Şiyoî ya Kurdistanê de Zîrek Kemal ji K24ê re ragihand, Kerîm Ehmed îro danê sibê di temenê 100 saliya xwe de li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir.

Diyar kir jî, merasîma oxirkirina Kerîm Ehmed îro mizgefta Reşad Muftî birêve diçe û piştre li goristana Kargeha Qîr bi xakê tê spartin.

Ev nûçe bi tevahî 1001 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:54:21