Êlıh: Polîsan li xelkê xistibû, lêpirsînê dest pê kir

Parêzgariya Êlihê da zanîn ku derbarê “tevgerên polîsan” lêpirsînê dest pê kiriye.

6 Mijdar 2024 - 07:45
6 Mijdar 2024 - 07:45
 0
Êlıh: Polîsan li xelkê xistibû, lêpirsînê dest pê kir

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Gelê Bakurê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan protestoyan li dar dixe û vê biryarê şermezar dike.

Polîs jî li gelek deveran êrişî xelkê dikin û gelek kesan bi lêdanê desteser dikin.

Bi taybetî ji Êlihê gelek dîmen hatibûn ku şkence li xelkê tê kirin.

Parêzgariya Êlihê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Li ser helwest û tevgerên polîsan ên dema desteserkirinê dest bi lêpirsîna îdarî hatiye kirin.”

Parêzgariyê îdia kir ku di protestoyan de 6 polîs jî birîndar bûne.

 

Ev nûçe bi tevahî 438 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:48:33