Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê li Suriyê gihane rêkkevtinê

Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê gihane rêkkevtinê û pêwîste di dema 120 demjimêran de devera aram bicî bihêlin.

17 Cotmeh 2019 - 14:52
17 Cotmeh 2019 - 14:52
 0
Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê li Suriyê gihane rêkkevtinê

Cîgirê Serokê Amerîkayê ragihand ku Tirkiye dê êrişa xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û YPG jî di nav 120 demjimêran de ji navçeya aram derkeve.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence piştî civîna li gel berpirsên Tirkiyê li Enqerê di konferanseke rojnamevaniyê de derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de got ku wan û Tirkiyê li hev kir.

Mike Pence got, “Amerîka û Tirkiyê derbarê agirbestê li hev kirin. Di nava 120 demjimêran de YPG dê ji navçeya aram derkeve. Derbarê mijarên mafên mirovan de biryareke hevbeş hat girtin. Piştî civîneke ji 5 demjiêran zêdetir biryara agirbestê derket û jiyan hatin rizgarkirin.”

Ev nûçe bi tevahî 815 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:42:32