Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîr û bi amadebûna cîgirê wî dicive
Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, Encûmena Wezîran îro bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Li daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, mijara yekem a civînê taybet dibe bi pêşhatên herî dawî yên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, di çarçoveya rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.
Mijara duyem a civînê jî babeta rêkxistina darayiya giştî ya Herêma Kurdistanê tê pêşkêşkirin.
Mijara sêyem a civînê dê ji bo pêşkêşkirina raporta Wezareta Navxwe ya li ser nirxandina niştimanî ya Hikûmeta Federal li ser metirsiyên şûştina pereyan û fînansekirina terorê li Iraqê be.
Nûvekirina herî dawî: 10:59:58