Erkê Serokê Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê bidawî hat
Serokê Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Brandstetter ji erkê xwe bidawî hat û bi Wezîrê Pêşmerge re ragihand, "Me kariye bi Wezareta Pêşmerge re destkeftiyên pir baş bi dest bixin û em hêvîdar in ku, pêvajoya çaksaziyê serkeftî be û encamên wê ji bo hêzên Pêşmergeyan bên bidestxistin."

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl doh (Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê) pêşwaziya Serokê Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Brandstetter kir, ku îro erkê wî li Herêma Kurdistanê bidawî hat.
Li gorî ragihandina Wezareta Pêşmerge, Wezîrê Pêşmerge di wê civînê de pesnê bizav û gavên girîng ên Kolonel Brandstetter di dema erkê wî de da û got, “Kolonel Brandstetter wekî xemxwer û dilsozekê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her tim bi Wezareta Pêşmerge re bû û piştevaniya wezareta wan kiriye.”
Wezîrê Pêşmerge zêdebarî diyarkirina rêzên xwe û Wezareta Pêşmerge ji bo wan destkeftiyên ku bi alîkarî û şêwirmendiya tîma bilind a hevpeymanan ji bo Wezareta Pêşmerge hatine bidestxistin anîn ziman û got, "Ev destkeftî bi taybetî di pêşveçûna pêvajoya çaksazî û avakirina firqeyan de hatine bidestxistin.”
Kolonel Brandstetter di bersiva xwe de got, "Ez kêfxweş bûm ku, di dema em bi hev re bûn de, me wekî tîmek bi Wezareta Pêşmerge re ji bo bihêzkirin û xurtkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kar kir. Me karî destkeftiyên gelek baş bi dest bixin.” Hêvî jî kir ku, pêvajoya çaksaziyê serkeftî be û encamên wê ji bo hêzên Pêşmergeyan bên bidestxistin.
Nûvekirina herî dawî: 10:30:43