Encûmena Wezîran li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê danûstandinan dike
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê li ser sê mijaran danûstandinan dike; ya herî girîng jî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ye.

Bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî, civîna asayî ya Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Ev civîn seet 10:00 ê sibeha îro (Çarşem, 04ê Hezîrana 2025ê) li Hola Seed Ebdila li Hewlêrê tê lidarxistin û heta seet 12:00 ê nîvro berdewam dibe.
Di civînê de danûstandin li ser sê xalan tên kirin:
Xala yekê:
Şopandina Encûmena Wezîran li ser mijara mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê.
Ev mijar ji aliyê Serokê Dîwanê û Sekreterê Encumena Wezîran ve ji Encumenê re tê pêşkêşkirin.
Xala duyê:
Pêşkêşkirina nivîsara Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ya hejmar (1597) li roja 29.04.2025ê, a girêdayî pêşniyara wan ji bo bicihanîna biryara Encumena Wezîran a hejmar (148) li roja 12.03.2025ê, li ser kur û keçên şehîdan, a girêdayî lêborîna silfa zewacê.
Ev mijar ji aliyê Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ve ji Encumenê re tê pêşkêşkirin.
Xala sêyê:
Pêşkêşkirina naveroka nivîsarên Serokatiya Dîwana Encumena Wezîran bi hejmar (16771) li roja 08.12.2014ê, hejmar (1237) li roja 26.01.2025ê, hejmar (4170) û hejmar (4173) li roja 08.04.2025ê, li gorî nivîsara Wezareta Darayî û Aborî ya hejmar(1419) li roja 24.02.2025ê, li ser peymanên karmendan li ser budçeya pêşkeftin, dahat, pêşîneya berdewam û kirêya rojane.
Ev mijar ji aliyê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran û Wezîrên pêwendîdar ên Plandanan, Tendirustî û Avedankirin û Akincîkirinê ve ji Encûmenê re tê pêşkêşkirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:06:36