Goran: Divê Bexda parêzgeha muxatap bigire!

Derket holê ku di Lijneya Wezaretên Iraqê de sedema derbas kirina navên parêzgehên Herêma Kurdistan'de Tevgera Goran heye.

6 Mijdar 2017 - 10:36
6 Mijdar 2017 - 10:36
 0
Goran: Divê Bexda parêzgeha muxatap bigire!

Seroke fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê aşkera kir, hikûmeta Iraqê li ser daxwaza Tevgera Gorran navê herêma Kurdistanê di proje yasayê de neaniye û danûstandina Bexdayê ya li gel parêzgehên herêma Kurdistanê di cîh de hatiye dîtin.

Serokê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Erefat Kerem ji BasNewsê re ragehand, derket ku pêşneyara gohertina navê herêma Kurdistanê û danûstandina rasterast a Bexda li gel parêzgehên herêma Kurdistanê ji aliyê Tevgera Gorran û fraksiyona wê tevgerê ve li parlamentoya Iraqê ji hikûmeta Iraqê re hatiye dayîn.

Herwaha behsa vê yekê jî kir, ku daxwaza Gorran bo tolhildan bû li dijî daxwazên gelê Kurdistanê, ku biryar derbarê çarenivîsa xwe de dabû.

Ev nûçe bi tevahî 1617 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:20:40