Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê ji bo dîroka hilbijartinê dicive

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo diyarkirina dîroka hilbijartinê hefteya pêşiya me wê bi Konseya Serokatî ya Parlamentoyê re civînekê li dar bixe.

28 Berfanbar 2017 - 03:36
28 Berfanbar 2017 - 03:36
 0
Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê ji bo dîroka hilbijartinê dicive

Serokê Grûba Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Umed Xoşnav di axaftina xwe de got: "Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hefteya pêşiya me wê serdana parlamentoyê bike û ji bo diyarkirina roja hilbijartinê dê bi Koseya Serokatî ya Parlamentoyê re civînekê li dar bixe."

Nêçîrvan Barzanî berî serdana xwe ya Almanyayê nameyek ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re şandibû û di nameyê de daxwaz ji parlamentoyê kiribû ku dîroka hilbijartinê diyar bike.

Ev nûçe bi tevahî 1246 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:59:01