Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Ziyanê negihînin welatiyên Kurdistanê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê şeva duşemê 19-08-2019an daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê da bang li hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku nebin sedema ziyangihandina welatiyên Herêma Kurdistanê.

20 Tebax 2019 - 08:53
20 Tebax 2019 - 08:53
 0
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Ziyanê negihînin welatiyên Kurdistanê

Beriya bi demekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da bang li PKKê û Tirkiyê hatiye kirin û wiha hatiye gotin; “Îro di encama bordûmana firokeyên Tirkiyê li quntara Çiyayê Qendîlê, çend welatî birîndar bûne û ziyana madî pêk hatiye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxwemiya xwe bo kesên ziyandîtiyên wan navçeyan derbire û nîgeran e derbarê wan bordûmanan de.”

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kiriye ku divê silametiya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bê parastin û nabe bibine armanca bordûmanan.

Di beşeka din a daxuyaniyê da daxwaz ji PKKê tê kirin ku rewşa hemwelatiyan û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û zêdetir nebe sedema ziyanê.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hatiye gotin: “Em daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê û çekdarên PKKê dikin nedin sedema ziyan gihandinê bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.

Ev nûçe bi tevahî 1052 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:57:21