Li Helebê dengê teqînan

Li Helebê li taxa Eşrefiyeyê ya Kurdan dengê teqînan hat bihîstin.

6 Cotmeh 2025 - 11:14
6 Cotmeh 2025 - 11:14
 0
Li Helebê dengê teqînan

Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn saet 08:10ê sibehê bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye.

Çavkaniyeke ji wê taxê ji ajansa Rûdawê re got, teqîn li nêzîkî Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyeyê bûye û heta niha kiryarê wê ne diyar e.

Wê çavkaniyê her wiha got, hêzên asayîşê li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê di rewşa amadehiyê de ne.

Divê were gotin ku Şêx Meqsûd û Eşrefiye du taxên Kurdan ên li Helebê ne û demên dawiyê di bin dorpêçê de ne.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:19:00