HSD: Hikûmeta Şamê ji aloziyên li gundewarê Reqayê berpirsiyar e

Navenda Ragihandinê yê HSD’ê derbarê rewşa gundê Xanim El-Elî yê rojhilatê kantona Reqayê diyar kir, pişt êrişa hêzên hikumeta veguhêz a li ser gund, niha rewş aram e.

21 Mijdar 2025 - 11:35
21 Mijdar 2025 - 11:35
 0
HSD: Hikûmeta Şamê ji aloziyên li gundewarê Reqayê berpirsiyar e

Li gundewarê rojhilatê Reqayê, di du rojên borî de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de rageşî û pevçûn derketibû. 

Navenda Ragihandinê ya HSDê şeva borî ragihand, piştî êrîşa bi obusan a hêzên hikûmeta veguhêz a li ser gundê Xanim El Elî, niha rewş aram e û di topbaranê de ti windahiyên mirovî û madî çênebûne.

HSDê da zanîn, hikûmeta veguhêz berpirsê vê rageşiyê ye û ev yek "hewldanek e ji bo derxistina tevliheviyê û xistina jiyana sivîlan a nava xeterê." 

Di dawiyê de hat tekezkirin, HSD dê li hemberî her êrişekê mafê xwe yê parastinê bikar bîne.

Li aliyê din, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, bi riya ajansa fermî SANA, HSD tawanbar kir û ragihand: " HSDê êrîşî xalên Artêşa Sûriyeyê li herêma Me'dan a gundewarê Reqayê kir û çend xal kontrol kirin." 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encamê de, du leşkerên artêşê hatine kuştin û hinên din jî birîndar bûne.

 

Ev nûçe bi tevahî 39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:21:46