Ramanli: Heger çûyîna Îmraliyê bi feyde be em dê tevlî bibin
Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli got, “Heger çûyîna Îmraliyê bi feyde be em dê tevlî bibin.”
Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli bû mêvanê Rûdawê û li ser pêvajoya çareseriyê, serdana Komîsyonê ya Abdullah Ocalan û daxwazên HUDA PARê axivî.
Serkan Ramanli û şandeyeke HUDA PARê beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bû û diyar kir ku hevdîtinên bi vî rengî ji bo yekîtiya Kurdan û hevnasînê gelekî girîng in.
Ramanli ji bo lidarxistina forumê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku Mezlûm Ebdî jî beşdar bûye.
"Heger çûyîna Îmraliyê bi feyde be em dê tevlî bibin"
Ramanli derbarê Komîsyonê û îhtimala serdana Abdullah Ocalan got:
"Heke komîsyon biryara çûyîna Îmraliyê bide, ji her partiyekê endamek dikare tevlî bibe.
Em destpêkê difikirîn ku belkî ev serdan bibe sedema astengiyan lê eger hemû partiyên wekî AK Partî, CHP, DEM Partî û MHP bibêjin ev serdan ji bo bipêşvebirina pêvajoyê bi feyde ye, em jî dê tevlî vê biryarê bibin.
Armanca me serkeftina pêvajoyê ye."
"Pêwîst e yasayeke taybet bê derxistin"
Ramanli li ser pirsa "Gelo dê kîjan qanûn werin guhertin da ku endamên PKKyê vegerin jiyana sivîl?" wiha bersivand:
"Li gorî nêrîna me, divê yasayeke taybet were amadekirin.
Divê were diyarkirin ka ew kesên ku tevlî şer nebûne û tenê ji ber fikrên xwe yan endamtiya rêxistinê girtî ne dê çawa werin berdan û yên ku tevlî şer bûne dê çawa werin cezakirin an efûkirin.
Em wekî HUDA PARê amadekariyên xwe dikin û dema wê hat em dê bi raya giştî re parve bikin."
"PKK naxwaze yasayeke bi navê yasaya efûyê derkeve"
Ramanli bal kişand ser wê yekê ku divê hem rûmeta Kurdan û hem jî hestên Tirkan neyên binpêkirin û got:
"PKK bi xwe naxwaze ku yasayeke bi navê yasaya efûyê bê derxistin.
Divê çareseriyeke wisa bê dîtin ku barê hemû aliyan sivik bike û rê li ber aştiyê veke."
"Çekdanîn tenê astengiyekê radike, meseleyê çareser nake"
Parlamenterê HUDA PARê destnîşan kir ku danîna çekan a PKKyê nayê wateya çareserkirina pirsgirêka Kurdan û anî ziman:
"Çekdanîn tenê astengiyekê ji holê radike.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan divê di destûra bingehîn de guhertin werin kirin, mafên ziman û nasnameyê werin dayîn û birêvebiriyên herêmî werin xurtkirin.
Ev jî bi têkoşîna siyasî pêkan e. Dema çek û tundî ji holê rabin, em dê karibin bi rihetî mafên xwe biparêzin."
Ramanli di dawiyê de da zanîn, ew bawer dike ku bi têkoşîna siyasî û sivîl sîstem dê mecbûr bimîne ku xwe biguherîne û mafên Kurdan nas bike, her wekî çawa di salên borî de mafên oldaran hatine naskirin.
Nûvekirina herî dawî: 06:21:46