Îlham Ehmed: Hat pêşniyarkirin ku Mezlûm Ebdî bibe Wezîrê Parastinê
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku hat pêşniyarkirin ku Mezlûm Ebdî bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, jş "El-Mecelleyê" re behsa hûrgiliyên dan û standinên bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re kir.
Îlhamê got ku du xalên sereke yên nakokiyê yên li gel Hikûmeta Sûriyeyê hene: Yek paşeroja pêwendiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa nû ya Sûriyeyê de ye û ya din jî paşeroja Rêveberiya Xweser, ango cewherê sîstema Sûriyeyê û pêwendiya di navbera navendîbûn û nenavendîbûnê de ye.
Wê eşkere kir ku pêşniyarên ji aliyê Sûriyeyê û aliyên din ve hene ku Fermandarê HSDyê General Mezlûm Ebdî yan jî efserêkî din ê HSDyê posta Wezareta Parastinê yan jî Sererkaniya Artêşa Sûriyeyê wergire û got:
"Divê di derbarê sîstema îdarî û sîstema leşkerî yan jî yekbûna leşkerî lihevtêgihiştin hebin."
Îlham Ehmedê diyar kir ku derdora 100 hezar şervanên HSDyê hene û got:
“Ji ber ku em hîn di qonaxa veguhêz de ne, divê pêvajoya yekbûnê bi awayekî gav bi gav be û ne rasterast be.”
Pirsên li ser pêşniyara Şamê û bersivên Îlhamê wiha ne:
El-Mecelle: Gelo rast e ku di dema gera dan û standinan a bi Wezîr Şeybanî re, hinek post di hikûmeta Sûriyeyê de ji we re hatin pêşniyarkirin? Her wiha rastiya wê gotinê çi ye ku hin welatan post ji we re pêşniyar kirine, di nav de wekî nimûne ku General Mezlûm Ebdî posta Sererkaniyê an Wezîrê Parastinê wergire?
Îlham Ehmed: Pêşniyarên bi vî rengî hebûn û asayî ye ku welat jî bi vî rengî bifikirin lê ji bo me, nûnertiya herêmê û beşdarbûna di rêveberiya Şamê de ji aliyê civaka pirreng a çandî ya Sûriyeyê ve girîng e.
Her wiha mijara gihiştina lihevkirinan a derbarê danezana destûrî de jî. Ev ji bo me pêşîntir in. Ji ber vê yekê, ev mijar li ser maseyê ye û em bi rastî pêşniyarên ku tên pêşwazî dikin û ew ji bo lêkolînê vekirî ne û em wan dinirxînin lê bê guman, garantiyên danezana destûrî jî ji bo min girîng in.
Pirs: Naxwe, di çarçoveya van nêrînan de û piştî lihevkirina li ser paşerojê, yek ji xalan ew e ku Sererkan an Wezîrê Parastinê ji nav refên "Hêzên Sûriyeya Demokratîk" be?
Îlham Ehmed: Mumkin e ku kesek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk sererkaniyê wergire, em ji vê yekê re vekirî ne û em li ser van mijaran bi wan re jî axivîne lê heta niha me bersivek wernegirtiye. Divê li ser sîstema îdarî û leşkerî yan jî yekbûna leşkerî -wekî ku min behs kir- lihevkirin çêbibin. Divê lihevkirin hebin û pişt re beşdarbûna di saziyan de pêk tê.
Nûvekirina herî dawî: 03:49:54