Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê li ser rewşa Îsmaîl Beşîkçî daxuyanî da

Civaknas û nivîskar Dr. Îsmaîl Beşîkçî li Amedê di Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de dema ku diaxivî ji nişka ve nexweş ketibû.

29 Îlon 2025 - 10:13
29 Îlon 2025 - 10:13
 0
Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê li ser rewşa Îsmaîl Beşîkçî daxuyanî da

Tîmên tenduristiyê Beşîkçî rakir Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Dr. Îsmaîl Beşîkçî di dema nîşandana belgefîlma 'Bizim Îsmaîl/Îsmaîlê Me' a li ser jiyana wî de diaxivî û ji nişka ve nexweş ket.

Tîmên tenduristiyê çûn salona festîvalê û piştî midaxeleya destpêkê, Beşîkçî ji bo kontrol û tedawiyeke berfireh bir Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Li gorî agahiyên ku nivîskar Ercan Îlgîn ê li cihê festîvalê bû da Rûdawê, xwîn rijiyaye ser mêjiyê Îsmaîl Beşîkçî û piştî midaxeleya destpêkê ew rakirine beşa lênêrîna awarte.

"Metirsiya li ser jiyana wî berdewam dike"

Serekbijîşkê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Ata Akil derbarê rewşa tenduristiyê ya Civaknas-Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev wiha hat gotin:

“Îro derdora saet 18:10an Civaknas-Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ji aliyê tîmên Servîsa Lezgîn a 112an ve anîn nexweşxaneya me û piştî nirxandinên destpêkê yên li servîsa lezgîn, yekser ew xist bin çavdêriyê.

Di encama vekolînan de hat tesbîtkirin ku ji ber tansiyonê xwîn rijiyaye ser mejiyê wî.

Nexweşê me bi lez rakirin beşa lênêrîna awarte û dest bi tedawiya wî hat kirin.

Hişê wî vekirî ye lê ji ber ku xwînrijîna ser mêjî li herêmeke krîtîk e, metirsiya li ser jiyana wî berdewam dike.

Wekî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, rewşa tenduristiyê ya Civaknas-Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ji nêz ve tê şopandin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 80 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:49:11