Îlham Ehmed: HSD dê weke ‘firqe’ di nav artêşa Sûriyeyê de cih bigire

Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand, li gorî plana entegrasyonê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dê weke "firqeyekê" di nav artêşa Sûriyeyê de cih bigire. Ehmed herwiha bang li Tirkiyeyê kir ku di çarçoveya proseya aştiyê de, êdî nêrîna xwe ya li hemberî Kurdan biguherîne.

22 Mijdar 2025 - 10:52
22 Mijdar 2025 - 10:52
 0
Îlham Ehmed: HSD dê weke ‘firqe’ di nav artêşa Sûriyeyê de cih bigire

Îlham Ehmed ji "Ajansa Mezopotamyayê" re da zanîn, di sîstema artêşa Sûriyeyê de yekeyên bi navê "firqe" hene û HSD jî dê bi heman şêweyî xwe ji nû ve birêxistin bike û tevlî artêşê bibe. Lê belê, wê tekez kir ku rola HSDê di nav wezaret û artêşê de, dê bi wan lihevkirinên ku bên kirin ve girêdayî be.

"Divê mafên Kurdan di destûrê de werin parastin"

Ehmed bal kişand ser rewşa Kurdan li Sûriyeyê û got: "Di serdema rejîma Beis de, zimanê Kurdî bi temamî hatibû qedexekirin û siyaseta qirkirina Kurdan dihat meşandin." 

Herwiha hişyarî da jî, eger di destûreke nû de mafên hemû gelan neyên parastin, metirsiyên mezin li ser pêkhateyan hene û got: "Hîn jî zimanê nefretê li dijî Kurdan berdewam e. Divê di destûra nû de mafên hemû gelan, demokratîkbûna Sûriyeyê û nenavendîbûn werin nîqaşkirin."

Astengiyên li pêş Peyama 10ê Adarê

Li ser pirsa derbarê astengiyên li pêşiya cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê, Îlham Ehmed got ku astengiya sereke "cudahiya hişmendiyan e." û da zanîn ku her aliyek ji bo entegrasyon û paşeroja Sûriyeyê xwedî nêrîneke cuda ye. Heke diyalog hebe, divê nêrîn jî nêzîkî hev bibin û her aliyek gavekê biavêje."

Îlham Ehmed tekez kir ku eger her aliyek di cihê xwe de bisekine, dê pirsgirêk neyên çareserkirin û got: "Em di vê mijarê de vekirî ne." 

Entegrasyon û rola Amerîkayê

Derbarê entegrasyonê de, Ehmed got: "Amerîka dixwaze di vê mijarê de rola xwe bilîze û zextekê ava dike da ku ev mesele were çareserkirin." Herwiha da zanîn jî, her çend danûstandin bi Şamê re awayekî hêdî dimeşin jî, diyalog didome û kenalên pêwendiyê vekirî ne. Herwiha got: "Ger şaşfêmkirin jî hebin, em ji hev re dibêjin. Em dikarin bibêjin ev tifaq di asteke baş de didome."

Bang li Tirkiyeyê: "Êdî dema guhertina helwestê ye"

Derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê re, Îlham Ehmed got: "Bi salan e Tirkiye Kurdên li vir weke gef dibîne. Lê êdî dema wê hatiye ku, bi taybetî di çarçoveya proseya aştiyê de, Tirkiye helwesta xwe ya li dijî Kurdan biguherîne. Ne duh û ne jî îro me dijminatiya Tirkiyeyê nekiriye û niyeta me ya şer jî nîne. Berevajî, em dibêjin berjewendiyên me yên hevpar hene û aramîbûna Sûriyeyê rasterast bandorê li ser aramiya Tirkiyeyê jî dike."

Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser da zanîn jî, proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê bandoreke erênî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dike û zemîna diyalogê xurtir dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:52:46