Sînem Mihemed: Amerîka sîstema nenavendî red nake
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê diyar kir ku divê hikûmeta Sûriyeyê sîstemeke nenavendî qebûl bike û got, “Amerîka jî sîstema nenavendî red nake.”

Sînem Mihemed bû mêhvana ajansa Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên derbarê hevdîtina endamê Kongreya Amerîkayê Abe Hamadeh û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî bersivandin.
Sînemê diyar kir ku ev hevdîtin ne ya yekem e û berê jî hevdîtinên bi vî rengî çêbûne û got:
“Ev nîşan dide ku helwesta piştgiriya HSDyê hê jî didome.
Endamên Kongreyê hemû piştgiriyê didin HSDyê çimkî dizanin ku HSD roleke gelekî mezin di şerê terorê de dilîze.
Ew dizanin ku HSD hêzeke perwerdekirî û bi dîsîplîn e.”
“Nabe HSD were parçekirin”
Wê li ser mijara ku HSD bikeve nav artêşa Sûriyeyê jî ev agahî dan:
“Guftugoya HSD û Şamê dê berdewam bike. Heta niha gihiştine wê qenaetê ku nabe HSD were parçekirin û yek bi yek bikeve nav leşkerên Sûriyeyê.
Em dibêjin hinek wekî kom an wekî beşan li bakurrojhilatê Sûriyeyê bimînin û hinek jî tevlî Sûriyeyê bibin lê ev negihiştiye qonaxa dawî.
Ez texmîn dikim dê hîn jî hevdîtin çêbibin û Amerîka jî dê hazir be.”
“Dibe ku ceza dîsa vegerin”
Sînemê diyar kir ku gelek endamên Kongreya Amerîkayê mijarê dişopînin û got:
“Amerîka jî dixwaze aramî û aştiyê li Sûriyeyê bibîne û hikûmeteke hevbeş were avakirin.
Mezlûm Ebdî spasiya wan kir ku piştgirî dane HSDyê û her wiha ji bo rakirina hinek cezayên li ser Sûriyeyê jî spas kir.
Lê belê cezayên Qeyser (Sezar) hîn jî li ser Sûriyeyê ne û nehatine rakirin.
Endamên Kongreyê hîn jî bi tirs in û dibêjin divê şert û merc hebin.
Eger hikûmeta Şamê binpêkirinan bike, dibe ku ceza dîsa vegerin.”
“Dixwazin HSD wekî xwe bimîne”
Li gorî agahiyên ku Sînemê dane, “Amerîka dixwaze artêşeke Sûriyeyê hebe lê bi wê re ne ku HSD weke xwe bimîne û tevlî wê artêşê bibe.”
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)
Sînemê her wiha behsa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kir û diyar kir ku endamên Kongreyê meraq dikin bê ma çarenivîsa van hêzan dê çi be û got:
“Ew dipirsin gelo ev hêz dê li kû derê cih bigirin. HSD jî naxwaze ku ev hêz werin belavkirin.
Ew dixwazin wekî lîwayeke taybet a jinan di çarçoveya parastina bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bimînin.
Ev yek jî nîşan dide ku piştgiriya ji bo HSDyê didome.”
“Amerîka sîstema nenavendî red nake”
Sînemê bal kişand ser sîstema nenavendî û wiha axivî:
“Tiştê ku em dixwazin sîstemeke nenavendî ye. Divê hikûmeta Sûriyeyê sîstemeke nû ava bike, sîstemeke nenavendî.
Ev gelekî girîng e ji bo parastina hemû pêkhateyên Sûriyeyê; ne tenê Kurd, her wiha Ereb, Xiristiyan, Elewî û Durzî jî vê yekê dixwazin.
Amerîka jî vê yekê red nake û dibêje sîstemeke nenavendî mumkin e û tiştekî baş e.”
Nûvekirina herî dawî: 10:48:42









































































































































































