Ji Serokê Komîsyona Hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî

Serokê Komîsyona Hilbijartin a Herêma Kurdistanê Hendirîn Mihemed ragihand ku komîsyonê dest bi amadehiyên xwe yên hilbijartinê kirine.

24 Mijdar 2017 - 03:21
24 Mijdar 2017 - 03:21
 0
Ji Serokê Komîsyona Hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî

Serokê Komîsyona Hilbijartin a Herêma Kurdistanê Hendirîn Mihemed di axaftina xwe de got: "Komîsyonê dest bi kare xwe yê hilbijartinê kir. Li Kurdistanê ji bo ku hilbijartina serokatî, parlamento û yên herêmî werin kirin me pêşniyareke da hikûmetê."

Her wiha Hendirîn Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Derxistina kutukên dengdêr û qeydiyan di nava 3 mehan de diqede. Hê tam ne zelal e, lê dibe dawiya meha adarê an jî serê Nîsana 2018'an were lidarxistin.

Diviya ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di 1'ê Mijdara 2017'an de bihata lidarxistin, lê bi biryara parlamentoyê çend mehan hat paşxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1130 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:31:52