'Em biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl nakin'
Cigirê Serokê Parlementoya Kurdistan Cafer Emînkî got, em biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl nakin.

Cafer Êmînkî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Anadola Tirkiyê ragihand: “Dadgeha Federal a Iraqê biryar daye ku referanduma Başûrê Kurdistanê bê hilweşandin, lê em wê biryarê red dikin û qebûl nakin. Bila ew dadgeh li hemberî binpêkirinên Hikûmeta Iraqê li ser mafê gelê Kurdstanê bêdeng nebe.”
Êmînkî wiha got: “Biryara dadgeha Iraqê siyasî ye û bi ti awayekî pêwendiya wê bi destûr tune ye. Kar û deselatê wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referanduma Başûrê Kurdistanê destûrî ye yan na. Iraq welatekî şikestî ye û ji hemû aliyan ve nema wek dewletekê ye.”
Nûvekirina herî dawî: 17:15:08