Kemal Kerkûkî: Rizgarkirina Kerkûkê sembola bidawîanîna rejîma Be'sê bû

Berpirsê Ofîsa Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ragihand, hemû rêyên demokrasî, siyasî, yasayî digrin ber xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd.

11 Avrêl 2023 - 04:33
11 Avrêl 2023 - 04:33
 0
Kemal Kerkûkî: Rizgarkirina Kerkûkê sembola bidawîanîna rejîma Be'sê bû

Duh roja Duşemê 10ê Nîsana 2023an, Kemal Kerkûkî daxuyaniyek belav kir û tê de amade bi girîngiya rizgarkirina bajarê Kerkûkê kiriye ku wek sembola bidawîbûna rejîma Be'sê bû.

Di daxuyaniyê de Kemal Kerkûkî bal dikşîne ser wêrekiya Pêşmerge û xebata welatiyan ku ji bo rizgarkirina bajêr bêyî ti alîkariyek yan destwerdaneke serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê, pêk hat.

Kerkûkî destnîşan dike: “Hinek ajendayên navçeyî û navdewletî li benda rûdana şerê netewî û mezhebî di navbera pêkhateyên bajêr de bûn û çaverêya encamdana kiryarên tolhildanê bûn wek bersivek ji bo siyaseta dirindane ya rejîma jinavçûyî.”

Herwiha diyar kir: “Hêzên qehreman ên Pêşmerge, dema çûn nav bajêr û kontrol kirin, wêneya herî ciwan a qehremaniyê û camêriyê nîşan dan, bêyî rijandina xwîn û rûbirûbûna di navbera pêkhateyên bajêr de, bajar kontrol kirin.”

Ev nûçe bi tevahî 396 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:26:20