Koma G7 daxwaz ji Îranê dike ku dest ji biçekkirina Hûsiyan berde
Wezîrên Derve yên Koma Heft Welatan (G7) bi tundî daxwaz ji Îranê kirin ku dest ji biçekkirin û piştevaniya darayî û leşkerî ya bo Hûsiyên Yemenê berde.

Wezîrên derve yên Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japon û Amerîkayê îro 22yê Îlona 2026an li perawêza civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê civiyan.
Piştî civînê, Koma G7 di daxuyaniyeke hevbeş de diyar kir, reftarên Îranê binpêkirineke eşkere ya biryarên Encûmena Asayişê ya NY ne û rewşa herêmê aloztir dikin.
Di daxuyaniyê de, êrîşên Hûsiyan ên li dijî Siûdiyê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku rewşa aloz a Yemenê gefeke rasterast e li ser asayîşa navçeyê û ewlehiya enerjiya cîhanî.
Wezîrên G7ê herwiha bang li Hûsiyan kirin ku demildest dawî li hemû çalakiyên leşkerî bînin, êrîşên li ser keştiyên sivîl û bazirganiyê rawestînin û vegerin ser maseya danûstandinan û proseya çareseriya siyasî.
Ev helwesta Koma G7 piştî wê yekê tê, hişyariyên navdewletî li hember metirsiyên li ser rêyên deryayî zêde bûne. Êrîşên Hûsiyan ên li ser keştiyên navdewletî bûne sedema xirabbûna tevgera bazirganiyê.
Li gel aliyê leşkerî û aborî, rewşa xelkê sivîl li Yemenê ber bi xirabûnê ve diçe. Li gorî zanyariyan, ji destpêka vê meha ve bi dehhezaran kes koçber bûne û zêdetirî 2 hezar Yemenî jî bi rêya deryayê derbasî welatê Cîbûtiyê bûne.
Nûvekirina herî dawî: 10:48:00







































































































































































