Ajansa fermî ya Sûriyeyê dest bi weşana Kurdî dike
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku li gel zimanên Îngilîzî, Fransî, Spanî û Tirkî, ew dê dest bi weşana Kurdî jî bikin.

Ajansa SANAyê di çarçoveya stratejiya xwe ya modernîzekirina binesaziya weşangeriyê û veguherîna dîjîtal de xwe ji nû ve birêxistin dike.
Birêvebirê Giştî yê SANAyê Ziyad Mehamîd diyar kir ku ew dê 20ê Tebaxê bi temaya "SANA: Werçerxaneke Dîrokî" danasînekê li dar bixin.
Mehamîd da zanîn ku wan li gorî têgihiştina weşangeriya modern, binesazî û amûrên saziyê bi temamî nû kirine û got:
"Me dezgeheke nû ya dîjîtal ava kir. Her wiha me yekîneyên nûçegihaniyê ava kirin ku dê hem li nav welêt û hem jî li derveyî welêt kar bikin."
Ziyad Mehamîd anî ziman ku piştî danasînê dê ofîsên li Amerîkaya Bakur, Ewropa û Asyayê dest bi weşana bi çend zimanan bikin û wiha pê de çû:
"Me amûrên kevn bi temamî ji dewreyê derxistin û me hemû sîstema xwe nû kir.
Me avahiya xwe jî li gorî nasnameya nû ya dîtbarî ji nû ve sererast kir. Me personelên herî baş anîn ser karên xwe."
Birêvebirê Giştî yê SANAyê destnîşan kir ku ew plan dikin ku bi pênc zimanan weşanê bikin û ragihand ku li gel Îngilîzî, Fransî, Spanî û Tirkî ew dê dest bi weşana Kurdî jî bikin.
Mehamîd da zanîn ku armanca wan ew e ku di nava 5 salên pêş de SANA bibe reqîbê ajansên herêmî û cîhanî û wiha got:
"Li maseya wergerê ya ku hatiye avakirin ne tenê werger dê were kirin, dê ji bo her zimanî naverokên nûçeyan ên taybet jî bên amadekirin."
Ziyad Mehamîd bibîr anî ku piştî rûxandina desthilata Beasê, arşîvên ajansê yên ji sala 1965an ve tên tomarkirin, ji bo qada dîjîtal hatine veguhestin û got:
"Me ji ber sedemên ewlehiyê ev arşîv xistine bin parastinê.
Em plan dikin ku di demên pêş de van arşîvan wekî yek ji çavkaniyên dahatê pêşkêşî aboneyên xwe bikin."
Danasîna ku SANA dê tê de rûyê xwe yê nû bide nasîn, dê 20ê Tebaxê li Navenda Neteweyî ya Hunerên Dîtbarî ya li Şama paytext were lidarxistin.
Nûvekirina herî dawî: 11:57:06