Konsulxaneya Amerîkayê: Amerîka li kêleka gelê Herêma Kurdistane ye

Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ragihand, “Amerîka dide zanîn ku pabend e li kêleka gelê Herêma Kurdistane raweste.”

16 Adar 2024 - 07:56
16 Adar 2024 - 07:56
 0
Konsulxaneya Amerîkayê: Amerîka li kêleka gelê Herêma Kurdistane ye

Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ji bo salvegera 36an a Komkujiya Helebceyê, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û got:

“Îro salvegera 36an a êrişa bi çekên kîmyayî ya li ser Helebceyê ye ku zêdetir ji 5 hezar Kurd hatin kuştin û 10 hezar Kurd jî hatin birîndarkirin.

Amerîka dide zanîn ku pabend e li kêleka gelê Îraqê û Herêma Kurdistane raweste da ku paşerojeke parastî, demokratîk û xweşbîn ava bibe.”

Ev nûçe bi tevahî 833 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:43:23