Kurd dikare biryara ku dixwaze bide

Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr ragihand ku pirsa serbixwebûnê pêwîstî bi raya giştî ya nîştimanî heye û wiha got; "Li gorî me serbixweyî mafê gelê Kurde. Lê belê ji bo vê amadekarî pêwîste."

15 Avrêl 2017 - 11:28
15 Avrêl 2017 - 11:28
 0
Kurd dikare biryara ku dixwaze bide

Îro li bajarê Silêmaniyê konferansa aliyên Îslamî dest pê kir. Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr derbarê referandumê de axivî û wiha got; "Serxwebûn mafê gelê kurd e. Lê belê pêwîste amadekariyên pêşwext werin kirin û serbixweyî pêwîstî bi raya giştî ya niştîmanî heye."

Elî Bapîr wiha dirêjî da axaftinên xwe de amaje kir ku xebatên siyasî pêwîst bi projeyên siyasî heye û li gorî wan, serbixweyî mafê gelê kurd e, gelê kurd dikare biryara dewlet yan ji federaliyê dixwaze, bide.

Ev nûçe bi tevahî 1430 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:41:29