Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Piştî opeerasyonên arteşa Tirkiyeyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê, li heft bajarên Bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

22 Mijdar 2022 - 05:05
22 Mijdar 2022 - 05:05
 0
Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Parêzgarên bajarên Diyarbekir, Şirnex, Mûş, Çewlik, Wan, Bidlîs û Rihayê her cûre çalakî, kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, xwepêşandan qedexe kirin.

Li gorî biryara parêzaran, çalakî û xwepêşandan li Diyarbekirê, Şirnexê û Mûşê heft rojan, li Rihayê û Bidlîsê heta 15 rojan, li Wanê jî 9 rojan hatine qedexekirin.

Hinceta qedexeyê wekî parastina aramiya civakî û banga PKKê ya ji bo xwepêşandanan hatiye nîşandan.

Arteşa Tirkiyeyê roja Yekşemê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dest bi oporasyoneka asmanî kiribû.

Duhî jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo protestokirina êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li Qada Şêx Seîd a li Diyarbekirê ligel saziyên civaka sivîl kom bûn.

Di wê kombûnê de jî, Hevserokê Şaxa Diyarbekirê ya HDPê Zeyyat Ceylan jî di nav de, 47 kes li Diyarbekirê hatin binçavkiri

Ev nûçe bi tevahî 465 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:44:42