Li Sêrtê êrîşa bi çekan: Kesek hat kuştin

Li navçeya Misircê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, di êrîşa bi çekan de kesek hat kuşti

22 Mijdar 2022 - 05:04
22 Mijdar 2022 - 05:04
 0
Li Sêrtê êrîşa bi çekan: Kesek hat kuştin

Li gor zanyariyan hinek kesên ku nehatiye zanîn kî ne, li Taxa Sumerê ya Misircê bi çekan êrîşî Firat Canpolat ê 29 salî kirine û bi giranî birîndar kirine.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Firat Canpolat ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê hat veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de û ji bo desteserkirina êrîşkaran lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 547 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:53:22