Li Amedê mînîbus wergeriya: 14 kes birîndar bûn
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê mînîbusek wergeriya û di encamê de 14 kes birîndar bûn.
17 Mijdar 2023 - 02:47
17 Mijdar 2023 - 02:47
0
Minîbusa rêwiyan ya ku şofêrê wê Omer K. li ser rêya Amed û Xarpêtê ji rê derket, derbasî rêya li hember bû û wergeriya.
Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezayê de şofêr û 13 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Kaynak:
Nerina Azad
Ev nûçe bi tevahî 937 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:24:12
Nûvekirina herî dawî: 05:24:12