Li Bazîd'ê laşê jinekî hat dîtin
Li bajarê Agirî navçeya Bazîd'ê laşê jineki ku li qartonê hatiye pêçandin, hat dîtin.

Niştecihîyên ku semta Yenî Mehlê dirunin saetên sibeyê eraziya vala de laşên jinekî bi qartonan hatiye pêçandin û liser kevirkirî, bi temenê xwe 30-35 salî dîtin. piştî bûyerê hemwelatiyan agahî dan rayedaran û piştî lêkolîna rayedaran laş birin nexweşxaneya Dewletê ya Bazîd'ê.
hat ragihandin ku, jibo diyarkirina nasnameyê û zelalkirina bûyerê xebat berdevam dikin.
Nûvekirina herî dawî: 22:58:04