Li Çewlîgê 4. Fûar'a pirtûkan vebû

Pêşengeha pirtûkan ku ji aliyê Zanîngeha Çewligê ve tê organîzekirin herî dawî sala 2019ê hatibû sazkirin û ji ber vîrûsa Coronayê di herdu salên 2020 û 2021ê nehatibû vekirin.

19 Gulan 2022 - 07:00
19 Gulan 2022 - 07:00
 0
Li Çewlîgê 4. Fûar'a pirtûkan vebû

Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, Çaremîn Pêşengeha Pirtûkan ku ji aliyê Zanîngeha Çewlîgê ve tê organîzekirin, vebû.

4. Pêşengeha Pirtûkan roja Çarşembê 18ê Gulanê li Kampusa Zanîngeha Çewlîgê dest pê kir û dê heta 31ê Gulanê berdewam bike.

140 weşanxane û 30 nivîskar beşdarî pêşengeha dibin û dê heta roja dawiya pêşangehê 20 çalakiyên edebî bên sazkirin.

Serokê Zanîngeha Çewlîgê Prof. Îbrahîm Çapak ragihand, ji ber piştî Coronayê pêşengeh vekirine bextewer in û got: “Çalakiyên bi vî awayî bo zanîngeh û bajarê me gelekî girîng in. Ez wiha bawer im dê sûdmend be. Înşallah dê kesên serdana pêşengehê bikin, pirtûkan bikirin û beşdarî panelan bibin sûdê werbigrin.”

Ev nûçe bi tevahî 1074 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:23:14