Li Daqûqê agir bi zeviyên genim ket

Li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê agir bi zeviyên genim ket û bi dehan donim şewitî.

19 Gulan 2022 - 03:57
19 Gulan 2022 - 03:57
 0
Li Daqûqê agir bi zeviyên genim ket

Qaymeqamê bajarokê Daqûqê, Loys Fendî ji BasNewsê re got, duhî li gundê Yengîce yê Daqûqê agir bi zeviyên genim ket.

Fendî da zanîn, ji ber wê şewatê herî kêm 30 donim zevî şewitî.

Qaymeqamê Daqûqê li ser vemirandina wê şewatê jî got, tîmên vemirandina agir piştî çendîn demjimêran karîn agir bitemirînin lê hîn sebeba derketina wî agirî nehatiye zanîn

Ev nûçe bi tevahî 1266 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:01:15